Encûmena Wezîran projeyasayek pesend kir
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê 11ê Gulana 2022yan bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.
Hewlêr (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê 11ê Gulana 2022yan bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.
Encûmena Wezîran di civînê de reşnivîsa projeyasaya mitmanedana saziyan û programên perwerde û xwendina bilind a li Herêma Kurdistanê xiste dengdanê, piştî sererastkirin û cîgirkirina wan têbîniyên ku beriya niha li ser projeyê hebûn, bi piraniya dengan hat pesendkirin û biryar hat dayîn, bo parlamentoyê were şandin.
Di beşa duyem a civînê de Encûmena Wezîran li ser rêkxistina Encûmena Karûbarên Petrol û Gazê ya Herêma Kurdistanê û pêkhate û erkên wê gotûbêj kir, piştî gotûbêj û danûstandina fikr û ramanan, Encûmena Wezîran biryar da ku bi mekanîzma û şêwazek ev encûmen were rêkxistin ku di asta berpirsyariya encûmenê de be.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi berdewambûna gotûbêja navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê kir ji bo gihîştina çareseriya bingehîn bo kêşeyên navbera herdu aliyan, di nav wan de jî mijara petrol û gazê li ser bingeha destûra Iraqê, ku bi nivîseke zelal û eşkere, sînorê desthilata Herêmê û desthilên federalî destnîşan kirine.
Di beşeke din a civînê de, li ser rêlibergirtina bilindbûna buhayên kelûpelan li bazarên Herêmê û rûbirûbûna vê qeyrana navdewletî, biryar hat dayîn ku aliyên pêwendîdar vê mijarê gotûbêj bikin.
Herwiha di civînê de Cîgirê Serokwezîr, li ser zêdebûna hejmara tundûtujiyên li dijî jinan a li Herêma Kurdistanê axivî û destnîşan kir ku mixabin ev diyarde zêde dibe, divê kar li ser nehiştina vê fikra tundrew were kirin û ji bo vê mebestê jî helmetek were encamdan.
Di dawiya civînê de, bi mebesta rêkxistina sektora bankayê ya hikûmî li Herêma Kurdistanê, Encûmena Wezîran biryar da bi temamkirina mercên Banka Navendî ya Iraqê ji bo damezrandina banka niştiman li Herêma Kurdistanê, ku dê roleke wê ya girîng hebe di vejandina sektora bankayê de li Herêmê.