Wezareta Bajarvanî: Mehane zêdetirî 60 hezar ton zibil li Hewlêrê tên komkirin
Wezareta Bajarvanî û Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, mehan herî kêm 60 hezar ton gilêş û zibil li nav bajarê Hewlêrê tê komkirin.
Hewlêr (K24) - Wezareta Bajarvanî û Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, mehan herî kêm 60 hezar ton gilêş û zibil li nav bajarê Hewlêrê tê komkirin.
Wezareta Bajarvanî û Geştûguzariyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, ew rojane li seranserê Herêma Kurdistanê xebatên paqijkirin û komkirina gilêşê birêve dibin.
Herwiha diyar kir, tenê li bajarê Hewlêrê mehane herî kêm 60 hezar ton gilêş tê komkirin.
Li gorî agahiyên wezaretê, li Hewlêrê rojane 1300 karker û 600 makîne gilêşê kom dikin û bajêr paqij dikin.