Mesrûr Barzanî: Bingeha Laleş xizmeteke hêja û diyar ji kultura Kurdî û çanda Êzdiyatiyê re kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 29emîn salvegera damezirandina Bingeha Laleş de peyemeke pîrozbahiyê arasteyî endamên Desteya Bilind a Bingeha Laleşê ya Çandî û Civakî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi hilkefta bîst û nehemîn salvegera avakirina Bingeha Laleş a Çandî û Civakî, pîrozbahiyê li xwişk û birayên Êzidî dikim. Hêvîdar im ew her tim di kar û xebata xwe de di serkeftinê de bin.”

Her wiha got: “Bingeha Laleş xizmeteke hêja û diyar ya kultura Kurdî û çanda Êzdiyatiyê kiriye. Destxweşiyê li we dikim û hêviya pêşkeftinê ji we hemûyan re dixwazim.”

Bingeha Laleş a Çandî û Civakî, 12ê Gulana 1993an li parêzgeha Duhokê di bin diruşma “Laleş kaniyeke zelal e û dirje rûbara rewşenbîrî ya Kurdî” kongreya xwe ya yekem li dar xistibû.