Li 8 bajarên Tirkiye û Bakur bo 25 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn
Bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê hember rêxistina Yekîneyên Parastina Sivîlan a girêdayî PKKê operasyon hat li darxistin.
Diyarbekir (K24) - Bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê hember rêxistina Yekîneyên Parastina Sivîlan a girêdayî PKKê operasyon hat li darxistin. Di çarçoveya operasyonê de bo 25 kesan biryara girtina 25 kesan hatiye dayîn.
Ji aliyê Fermandariya Cendirmeyên Bajêr a Stenbolê ve bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê li dijî PKKê operasyonek hat li darxistin.
Di fermanê de bo 25 kesan biryara girtinê heye û operasyon 8 bajarên wek Stenbol, Izmîr, Erzirom, Rûha, Sêrt, Aydin, Batman û Diyarbekirê li xwe digire.
Di fermanê de tê gotin ku operasyon li dijî rêxistinkirina Yekîneyên Parastina Sivîlan a girêdayî PKKê tê kirin.
Operasyon li ser 24 xalan hatiye kirin û gelek materyalên dijital jî hatine bidestxistin.