Domînîka dayîna mafê welatîbûnê bo xelkê Herêma Kurdistanê rawestand

Ji bilî Herêma Kurdistanê, welatiyên Sûdan, Koreya Bakur, Rûsya û Belarusê jî di nav wan welatan de ne, ku dayîna mafê welatîbûnê bo wan hatiye rawestandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Domînîka di daxuyaniyekê de ragihand, dayîna mafê welatbûnê bo welatiyên çend welatan betal kir, di nav wan de welatiyên Herêma Kurdistanê jî hene.

Di daxuyaniya Hikûmeta Domînîkayê de hatiye eşkerekirin: “Êdî welatiyên Herêma Kurdistanê yên ji bajarên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Kerkûk, Amêdî, Soran, Ranya, Zaxo û Laliş, nikarin bi mebesta veberhênanê rêkarên wergirtina mafê welatîbûnê û pasaporta Domînîkayê encam bidin.”

Ji bilî Herêma Kurdistanê, welatiyên Sûdan, Koreya Bakur, Rûsya û Belarusê jî di nav wan welatan de ne, ku dayîna mafê welatîbûnê bo wan hatiye rawestandin.

Hejmarek kompaniyên Herêma Kurdistanê çend sal in bi rêya pêşkêşkirina rêkarên bazirganî û veberhênanê, ji welatê Domînîkayê pasaport û mafê welatîbûnê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê werdigirtin.