Berdevka HDPê: Sed sal in zext û asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî kêm nebûye
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku ev sed sal zêdetir e li ser zimanê Kurdî qirkirin û asîmîlasyoneke mezin heye.
Enqere (K24) - Bi nêzîkbûna 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku ev sed sal zêdetir e li ser zimanê Kurdî qirkirin û asîmîlasyoneke mezin heye û heta zimanê Kurdî bi awayekî fermî bê naskirin û qebûlkirin, ew ê têkoşîna xwe roj bi roj xurttir bikin
Ebru Gunay di daxuyaniya xwe de diyar kir: “15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. 90 sal berê, bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan, di warê ziman û çanda Kurdî de, 15ê Gulanê bû destpêka şoreşeke mezin. Kovara Hawarê ji bo pêşketina zimanê Kurdî xwedî giringiyeke dîrokî ye.”
Gunay destnîşan kir: “15ê Gulanê ji bo me cejneke neteweyî ye. Cejna zimanê me pîroz be. Di 90'emîn salvegera Kovara Hawarê de, em Celadet Alî Bedirxan û hemû hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin û li ber xebatên wan ên pîroz bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”
Berdevka HDPê diyar kir: “Di dîroka Kurdan de ev sed sal in zext û asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî, kêm nebûye. Ji vir careke din zext, zor û qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê dayikê şermezar dikin û vê pergalê qebûl nakin. Heta zimanê Kurdî bi awayekî fermî bê naskirin û qebûlkirin, em ê têkoşîna xwe roj bi roj xurttir bikin.”