Rûsyayê elektrîka Fînlandayê birrî
Kompaniya Rûsî diyar kiriye ku Fînlandayê ti pereyekî elektrîkê nedaye û loma ji elektrîkê hatiye bêparkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Fînlandayê îro ragihand, kompaniya Rûsî şandina elektrîkê bo Fînlandayê rawestand.
Kompaniya Rûsî diyar kiriye ku Fînlandayê ti pereyekî elektrîkê nedaye û loma ji elektrîkê hatiye bêparkirin.
Birrîna elektrîkê bi ser Fînlandayê de di demekê de ye ku ew welat hewl dide bibe endama NATOyê û Rûsya li dijî vê yekê disekine.
Duh 13ê Gulana 2022yan, Parlamentoya Fînlandayê bi piraniya dengan endambûna welatê xwe di NATOyê de pesend kir û biryar e îro hikûmeta Fînlandayê daxwaza endambûna xwe pêşkêşî NATOyê bike.