Anne Linde: Ji bo endamtiya di NATO de heta niha em bi Tirkiyê re negihîştine ti rêkeftinekê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Derve ya Swêdê Anne Linde ragihand, Swêd û Fînlanda heta niha bi Tirkiyê re li ser egera endamtiya van her du welatan di NATO de negihîştine ti rêkeftinekê.
Wezîra Derve ya Swêdê Anne Linde û Wezîrê Derve yê Fînlandayê Pekka Javito duh êvarî li perawîza civîna nefermî ya wezîrên derve yên NATOyê li Berlînê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re civiyabûn.
Lînde ji kenala “SVT” derbarê wê civînê de axivî û got: “Helwestên me yên cuda hene, lê me diyar kir ku em jî PKK’ê weke rêxistineke terorîst dibînin.”
Her wiha got: “Weke mînak, ew (Tirkiye) dibînin ku hemû Kurdên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê di nav heman rêxistinê de ne. Em wisa nabînin, Amerîka û Yekîtiya Ewropa jî wisa nabînin.”
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja înê ragihandibû ku Enqere egera ku Fînlanda û Swêd bibin endamê NATOyê erênî nabîne, ji ber ku “welatên Skandînavyayê mêvandariya rêxistinên terorîstî dikin.”
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu duhî êvarê amaje bi wê yekê kir ku piraniya tirkan li dijî endambûna Fînlanda û Swêdê di NATOyê de ne.