Li Stenbolê 1352 koçber hatin desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Stenbolê 1352 koçberên ku bi awayekî neyasayî derbasî Tirkiyeyê bûne hatin desteserkirin.

Tîmên Rêveberiya Rêgirtina Qaçaxiya Koçberan û Deriyên Sînorî, dijî kesên ku bi awayekî neyasayî derbasî Tirkiyeyê bûne, li Stenbolê dest bi operasyonê kirin.

Di encamê operasyonê de, 550 koçberên Efxanî, 357 koçberên Sûrî û 173 koçberên Pakistanî bi giştî 1352 kes hatin desteserkirin.

Daîreya Koçûkoçberan da xuyakirin, ji destpêka meha Gulanê ve 10 hezar û 568 koçber hatine desteserkirin û proseya dersînorkirina wan didome.