Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şanda Saziya Darayî ya Navdewletî kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 16ê Gulana 2022yan pêşwazî li şandeke Saziya Darayî ya Navdewletî (International Financial Corporation IFC) kir.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 16ê Gulana 2022yan pêşwazî li şandeke Saziya Darayî ya Navdewletî (International Financial Corporation IFC) kir.
Di civînê de şanda mêvan kurteyek li ser kar û çalakiyên saziya xwe pêşkêş kir ku endama grûpa banka navdewletî ye.
Herwiha hewldanên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yên li ser encamdana çaksaziyan di sektorên cuda cuda de, bilind nirxand.
Di beşeke din a civînê de li ser pêşvebirina hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û derfetên encamdana projeyên hevbeş ligel sektora taybet a li Herêma Kurdistanê, gotûbêj hat kirin.