Amerîkayê çekekî nû ceriband

Amerîkayê çekekî nû ku leza wî 5 qat ji leza deng bihêztir e, ceriband.

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîkayê çekekî nû ku leza wî 5 qat ji leza deng bihêztir e, ceriband.

Li gor daxuyaniya Hêzên Esmanî yên Amerîkayê, roja 14ê Gulanê li qeraxên Californiaya Başûr, firokeya Stratofortress a ji cûreya B-52H, çekekî AGM-183A ya Çekê Destwerdanan Bilez a Esmanî (ARRW) ceriband.

Hat ragihandin, piştî ku çek ji firokeyê vediqete, leza wê 5 qat ji leza deng zêde dibe û taybetmendiya hîpersonîk nîşan dide, herwiha hat eşkerekirin ku ev ceribandin serkeftineke mezin e.

Ev çek ji aliyê Lockheed Martin ve hatiye dîzaynkirin û ji bo lêdana armancên hestyar hatiye dirustkirin.