Partiya EMEP li Diyarbekirê xuleyên zimanê Kurdî dide despêkirin

Diyarbekir (K24) – Partiya Kedê (EMEP) li Diyarbekirê bi boneya Roja Zimanê Kurdî daxuyaniyek belav kir û ragihand. ew ê xuleyên Zimanê Kurdî bidin destpêkirin.

Daxuyaniya EMEPê ji aliyê Endama Meclîsa Ciwanên wê partiyê, Nurgul Denîz ve hat xwendin û bal hat kişandin ku desthilatdariya li Tirkiyê, dibêje me qedexeyên li ser zimanê Kurdî rakiriye, lê hêj jî gelek astengî û pêkutî li ser zimanê Kurdî berdewam dikin. Loma jî ji bo pêşîlêgirtina pişaftinê û fêrkirina ciwanan, dê wek partiya EMEPê xuleyên zimanê Kurdî bidin destpê kirin.

Nivîskarê Kurd Reşo Ronî ku dê atolyeya Kurdî birêve bibe jî ragihand ku Kurdî, bi bidest xistina statuyekî siyasî ya Kurdan dikare herî baş bê parastin û bipêş xistin, loma jî divê ciwanên Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin û girîngiyê bidin bedest xistina statuya gel û welatê xwe. Reşo Ronî bang li ciwanên kurd kir ku beşdarî atolyeyan bibin û pêk ve zimanê xwe biparêzin.