Erdogan: Nabe him piştevaniya PKKê bikin û him jî ji me piştevaniyê bixwazin

Serokomarê Tirkiyê ragihand, NATO ji bo bihêzkirina sînorên xwe yên rojhilat, dixwaze berfireh bibe, lê heta hestiyariyên Tirkiyê li pêş çavan negrin, ew nabêjin "belê".

Erdogan
Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê û Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Recep Tayyip Erdogan ragihand, NATO ji bo bihêzkirina sînorên xwe yên rojhilat, dixwaze berfireh bibe, lê heta hestiyariyên Tirkiyê li pêş çavan negrin, ew nabêjin "belê".

Recep Tayyip Erdogan li parlamentoyê, di civîna koma partiya xwe de axivî û got, Almanya, Fransa, Swêd eşkere piştevaniya PKK û YPG dikin, ji ber vê nikarin ji bo endamtiya her du welatan bibêjin belê.

Erdogan dibêje: “Ji hevpeymanên NATO daxwazeke me heye. Rêz li helwestên Tirkiyê bo parastina sînorên xwe û ewlekarî û aramiya xwe bigre. Em ji bo parastina sînorên xwe hestiyar in. Me bacên mezin dane û em hê jî didin. Lê rêz negirtin. Em endamên NATO ne, lê nayê wê wateyê ku bêyî pirs her daxwazê qebûl bikin.”

Serokomarê Tirkiyê diyar kir: “Firehbûna NATO ji bo me, qasê rêzdariya wan ya hember hestiyariyên me giring e. Li hêlekê ve her cûre alîkarî didin PKK û YPG, li hêla din jî ji me daxwaza piştevaniya endamtiya NATO dikin. Me 30 terorîst ji Swîdê xwestin, gotin em nadin. Hûn terorîstan nadin me û ji me daxwaza endambûna NATO dikin. Dixwazin roja duşemê werin, bila xwe newestînin. Helwesta me diyar e.”