Rûsya 34 dîplomatên Fransî ji welatê xwe der dike
Moskow eşkere dike ku li hember derkirina dîplomatên Rûsî û alîkarîkirina Ukraynayê, 35 fermanber û dîplomatkarên Fransî ji Rûsyayê têne derkirin.
Hewlêr (K24) – Moskow eşkere dike ku li hember derkirina dîplomatên Rûsî û alîkarîkirina Ukraynayê, 35 fermanber û dîplomatkarên Fransî ji Rûsyayê têne derkirin.
Wezareta Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand, 34 fermanber û dîplomat û nûnerên welatê Fransayê têne derkirin û Moskow wan weke kesên nayên qebûlkirin bi nav dike.
Herwiha eşkere kir, Moskowê du hefte dem dane wan dîplomatan, da ku vegerin Fransayê.
Li aliyê din, çavkaniyekî ji dîplomasiya Moskowê diyar kiriye, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Balyozê Fransayê bangî wezaretê kiriye, ev agahî daye wî û jê re gotiye, "li hember derkirina dîplomatên Rûsyayê, divê bi heman şêwe bersiv were dayîn".
Li ser vê pêngava Moskowê, Wezareta Derve ya Fransayê daxuyaniyek belav kiriye û tê de nîgeraniya xwe ragihandiye û destnîşan kiriye ku ti bingeheke rewa ya vê biryarê tune ye.