Bi biryara Mesrûr Barzanî 100 nexweşên Talasîmayê li derve tên dermankirin
5 milyon û 500 hezar Dolar ji bo çandina mêjûya hestî ji 100 nexweşên Telasîma re li derveyî Herêma Kurdistanê tên xerckirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Medya û Zanyariyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 5 milyon û 500 hezar Dolar bi mebesta çandina mêjûya hestî ji 100 nexweşên Telasîma re li derveyî Herêma Kurdistanê tên xerckirin.
Fermangeha Medya û Zanyariyan di daxuyaniyekê de belav kir: “Di çarçoveya girîngîpêdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî da ji bo terxankirin û xerckirina 5 milyon û 500 hezar Dolar bi mebesta çandina mêjûya hestî ji 100 nexweşên Talasîma li derveyî Herêma Kurdistanê.”
Li gor daxuyaniyê û li gor pereyên hatine terxankirin, ji her nexweşekî re 55 hezar Dolar hatiye texmînkirin ji bo çareserî jê re were kirin.
Ev cara yekem e li Herêma Kurdistanê 100 nexweşên Talasîmayayê ji bo derveyî welatê tên şandin, ji bo çareseriyên bijîşkî werbigirin.