“Paşerojeke geş ji pêwendiyên bazirganî yên Amerîka û Herêma Kurdistanê re heye”
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Beşa Aborî û Bazirganî di Wezareta Derve ya Amerîka de Chris Austin ji K24ê re got: “Me civîneke girîng bi şanda bajarê Hewlêrê re kir, civînên wiha dê encamên wê yên baş ji her du aliyan re hebin.”
Chris Austin diyar kir: “Bi baweriya min, paşerojeke geş ji pêwendiyên bazirganî yên Amerîka û Herêma Kurdistanê re dê hebe. Çend sal in Encûmena Bazirganiyê ya Amerîka û Herêma Kurdistanê heye ku çendîn car in serdana Kurdistanê kiriye, bi armanca dîtina derfetên veberhênanê ji kompanyayên Amerîkî re.”
Diyar kir jî, di serdanê dawî de, nûnerên 30 kompanyayan di nava şandê de bûn, vê yekê jî hîşt ku pêwendiyên bazirganiyê yên Herêma Kurdistanê û Amerîka xurttir bibin.