VÎDEO – George Bush navên Iraq û Ukraynayê tevlihev dike
Serokê berê yê Amerîkayê George Bush di axaftineke xwe de bi şaşî, dagirkirina Iraqê weke dirindane û nerewa bi nav dike.
Hewlêr (K24) – Serokê berê yê Amerîkayê George Bush di axaftineke xwe de bi şaşî, dagirkirina Iraqê weke dirindane û nerewa bi nav dike.
George W. Bush di axaftinekê de ku li bajarê Teksasê pêşkêş kir, dibêje: “Ev biryara zilamê tekane ye ku dest bi leşkerkêşiya nerewa û dirindane bo ser Iraqê kiriye.” Piştre serê xwe dihejîne û dibêje: “Mebesta min Ukrayna bû.”
Serokê berê yê Amerîkayê bi temenbûna xwe kire hinceta şaşiya xwe û beşdarbûyên ahengê dest bi kenînê kirin.
Di sala 2003yan de dema George Bush Serokê Amerîkayê bû, bi hinceta hebûna çekên komkujiyê, artêşa Amerîkayê li dijî rejîma Sedam Husên şer ragihand.
Bu gönderiyi Instagram'da gör