Li Efrînê çekdarên ser bi Tirkiyê ve 5 kesên din revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 5 kes ji 2 gundên Efrînê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên Polîsa Medenî roja 17ê Gulanê bi ser gundê Gewanda yê li navçeya Raco de girtin û 3 kesên bi navê Seîd Nasan, Sefer Mistefa (80 salî ye) û Sîdo Sîdo revandin û piştî standina 2 hezar lîreyên Tirkiyê ji her yekî ji wan, ew berdan.

Çekdarên Polîsa Medenî roja 14ê Gulanê 2 kesên bi navê Husên Heyder Bilal (yê 80 salî) û Mihemed Ehmed Mistefa ji gundê Meydan Ekbesê yê li navçeya Raco revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan amaje bi wê yekê dike, piraniya kesên ku tên revandin, tometa ku berê pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebû, arasteyî wan tên kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn jî, grûpa Emşat li bajarokê Şiyê hîn jî dest daye ser zêdetir ji 50 xaniyan û tevî ku xwediyên wan vegeriyane û daxwaza xaniyê xwe dikin, lê ew red dike wan xaniyan ji xwediyên wan re vegerîne.