Li Zaxo kesê ku jinek kuştibû hat desteserkirin
Rêveberiya Polîsê Zaxo eşkere kir, kesê ku duh li gundekî ser bi îdareya serbixwe ya Zaxoyê jinek kuştibû, hat desteserkirin.
Zaxo (K24) – Rêveberiya Polîsê Zaxo eşkere kir, kesê ku duh li gundekî ser bi îdareya serbixwe ya Zaxoyê jinek kuştibû, hat desteserkirin.
Di daxuyaniya Rêveberiya Polîsê Zaxoyê de hat ragihandin, di nava 24 demjimêran de kesê ku jina 42 salî kuştibû, ji aliyê Beşa Nehiştina Tawanan ve hat desteserkirin û tohmetbar tawana xwe li xwe mikur hat.
Duh Peyamnêrê K24ê yê li Zaxo eşkere kir, li gundekî ser bi îdareya serbixwe ya Zaxoyê termê jinekê hat dîtin.
Li gor zanyariyên K24ê, kesa hatiye kuştin xelkê Zaxoyê nîne, li gundê Hesen Reşo yê ser bi îdareya serbixwe ya Zaxoyê kuştî hat dîtin.
Peyamnêrê me eşkere kir, derbeke giran li serê jinikê ketiye û dibe ku ji ber vê yekê canê xwe ji dest dabe.
Herwiha ragihand ku termê jina kuştî, bo Saziya Tiba Dadî ya Zaxoyê hatiye veguhestin.