3 leşkerên Artêşa Tirkiye li Metîna hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di operasyona li ser devera Zap û Avaşînê de, 3 leşkerên Artêşa Tirkiye hatin kuştin, 4 leşkerên din jî birîndar bûn.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê da xuyakirin, li herêma operasyona “Pence-Kilîlê”, di şer û pevçûnên bi çekdarên PKKê re, 3 leşkerên Artêşa Tirkiyê hatin kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûn.
Artêşa Tirkiyeyê, 17’ê Nîsanê li herêmên Zap û Avaşînê yên di nav sînorê Herêma Kurdistanê de dest bi operasyoneke berfireh bi navê “Pence-Kilîlê” kiribû. Piştî destpêkirina operasyonê şer û pevçûnên dijwar rûdidin.