Şandên Swêd û Fînlandayê serdana Tirkiyê dikin

Sekreterê Giştiyê NATOyê dibêje, divê nîgeraniyên Tirkiyê bên çareserkirin.

Alayên Swêd û Fînlandayê
Alayên Swêd û Fînlandayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandên Swêd û Fînlandayê sibe serdana Tirkiyê dikin. Sekreterê Giştiyê NATOyê dibêje, divê nîgeraniyên Tirkiyê bên çareserkirin.

Wezîrê Derve yê Fînlanda Pekka Haavisto da xuyakirin, bi armanca gotûbêjên derbarê serlêdana Swêd û Fînlanda bo endamtiya NATO, du şandên her du welatan roja Çarşemê serdana Tirkiyeyê dikin.

Pekka Haavisto herwiha got, hin mijar girêdayî ewlekariya Tirkiyeyê hene û ew bawer dikin krîzê çareser bikin.

Sekreterê Giştiyê NATO Jens Stoltenberg jî da xuyakirin, divê Fînlanda û Swêd, bo proseya endamtiyê, bi Tirkiyeyê re bikevin diyalogê û dilgiranî û gumanên Tirkiyeyê yekalî bikin.

Li aliyê din, hevbeşê desthilatê û serokê Giştiyê MHPê Devlet Bahçelî da xuyakirin, eger NATO daxwazên Tirkiyeyê cîbicî nike, divê Tirkiye bijardeya derketina ji NATO bîne rojevê.