Du mûşek arasteyî stûnên weşana radyo û televîzyona Duhokê hatin kirin

Peyamnêrê K24ê yê li Zaxoyê ragihand, du mûşek arasteyî stûnên weşana televîzyon û radyoya Duhokê hatin kirin.

Duhok (K24) – Peyamnêrê K24ê yê li Zaxoyê ragihand, du mûşek arasteyî stûnên weşana televîzyon û radyoya Duhokê hatin kirin, ku kanaleke xwecihîye. Yek ji wan mûşekan li stûnekê ket û ya duyem jî di ser re derbas bûye, di encamê de stûn têk çû.

Peyamnêrê me Îslam Yûsif eşkere kir, hîn nayê zanîn ku mûşek ji kîjan alî ve hatine avêtin û aliyên pêwendîdar dest bi lêkolînê kirine.

Herwiha destnîşan kir, hîn aliyê ku ji arastekirina wan mûşekan berpirs e, eşkere nebûye, lê belê tiştê tê zanîn ew e ku ji bilî ziyanên maddî, ti ziyaneke canî tune ye.