Serokê Herêma Kurdistanê ligel Balyozê Brîtanyayê civiya

Nêçîrvan Barzanî îro çarşemê pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson kir.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro çarşemê 25ê Gulana 2022yan pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson û şanda siyasî û serbazî ya pê re kir.

Di civînê de pêşvebirina pêwendiyên Brîtanya yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, geşedanên herî dawî yên proseya siyasî ya Iraqê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, şerê dijî teror û liv û tevgerên DAIŞê, bi taybetî li deverên maddeya 140, guherîna keş û hewa û bandorên wê li ser Iraq û Herêma Kurdistanê û navçeyê, hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya hebûna nêrîn û hevfêmkirina hevbeş a aliyên Iraqê ji bo çareseriyê kirin û hevnêrîn bûn li ser wê yekê ku eger biryra û îradeya siyasî hebe, derfet heye aliyên siyasî bigihîn çareseriyeke komker ku xitimîna siyasî derbas bike.

Herwiha her du aliyan nîgeraniya xwe li ser rewşa Şingal û geşedanên navçeyê nîşan dan, ku bûye sedema dubare awarebûna xelkê Êzidî û tekezî li girîngiya pêkve karkirina Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo vegerandina aramiyê bo navçeyê kirin.

Serdana Nêçîrvan Barzanî bo Silêmaniyê û civîna ligel aliyên siyasî, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pêwendiyên Iraqê ligel derdor û çend mijarên din, beşeke din a civînê bûn.