Polîtburoyên PDK û YNKê biryara xwe dan

Civîna hevbeş a herdu polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro çarşemê 25ê Gulana 2022yan li Serokatiya Herêma Kurdistanê birêve çû.

Hewlêr (K24) – Civîna hevbeş a herdu polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro çarşemê 25ê Gulana 2022yan li Serokatiya Herêma Kurdistanê birêve çû.

Li gor daxuyaniya hevbeş a civîna polîtburoyên PDK û YNKê, di civînê de bi awayekî eşkere pêwendiyên herdu aliyan, rewşa niha ya Iraq û Herêma Kurdistanê û zemîna hevkariya hevbeş û karê bi hev re, hatin gotûbêjkirin.

Hat diyarkirin, herdu aliyan tekez kirine ku piştî destpêşxerî û serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Silêmaniyê, zemîneke guncaw ji bo gotûbêj û asayîkirin û pêşvebirina pêwendiyên navbera herdu aliyan û xebata ji bo vegerandina baweriya navbera herdu aliyan û hevkariya navbera aliyên siyasî bi rêya hevfêmkirin û gotûbêjê, pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Herdu aliyan biryar dan, ku ji bo vê mebestê, civînên hevbeş ên herdu polîtburoyên PDK û YNK weke prensîpa karê bi hev re, berdewam bibin. Herwiha lijneyeke hevbeş a polîtburoya herdu aliyan hebe ji bo gotûbêjkirina li ser proseya hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê.”

Daxuyaniyê behsa mijareke din a civînê eşkere kiriye ku tekezî li ser hevkarî û piştevaniya herdu aliyan ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyan û berdewamiya ragirtina helmeta ragihandina li dijî hev, kirine.