Li Çomanê mînek bi 2 birayan de teqiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mînan ragihand, li qezaya Çomanê ya ser bi Hewlêrê ve mînek bi 2 birayan de teqiya û bi giranî birîndar bûn.

Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mînan îro Çarşemê di daxuyaniyekê de ragihand, Ferhad û Yûsif Şêrzad du bira ne û dema ji bo komkirina giyayan li çiyayê Helgurd bûn, mînek bi wan de teqiya.

Diyar kir jî, ew her du bira ji bo nexweşxaneyeke Hewlêrê hatin veguhastin û niha rewşa wan cîgir e.

Di encama teqîna mînên ku vedigerin serdema rejîma berê, ji destpêka îsal ve 5 kes birîndar bûne, di nav wan de kesên ku lingên xwe ji dest dane hene.