Wezîrê Samanên Sirûştî ji ber necîgirbûna rewşa wî ya tendirustî dest ji kar vekişand
Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsgeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, ji ber necîgirbûna rewşa tendirustiyê ya Wezîrê Samanên Sirûştî Dr. Kemal Etrûşî, wî destjikarvekişandina xwe arasteyî Serokê Hikûmetê kir.
Nivîsgeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Di heyama borî de rewşa tendirustî ya Wezîrê Samanên Sirûştî birêz Diktor Kemal Etrûşî ne cîgir bû, ji ber wê jî çend caran bi mebesta çareseriyê, molet wergirt, niha jî dubare wî ji bo wergirtina çareseriyê bi niyaz e serdana derve bike û proseya çareseriyê jî pêwîstiya wê bi demeke zêdetir heye, ji ber wê wî bi daxwaza xwe destjikarvekişanda xwe arasteyî cenabê Serokê Hikûmetê kir.”
Di daxuyaniyê de gotin: “Ji bo ku amadenebûna birêz Diktor Kemal Etrûşî bandoreke nerênî li ser karûbarên wezaretê neke, birêz Serokê Hikûmetê destjikarkişandina wî pesend kir û biryar da ku ew wek Şêwirmendê Serokê Hikûmetê ji bo karûbarên enerjiyê li gor karîn û rewşa wî ya tendirustî di xizmetê de berdewam be. Di heman demê de Wezîrê Elekirîkê Kemal Mihemed Salih bi wekalet karûbarên Wezareta Samanên Sirûştî bi rê ve bibe.”