Bi tometa endamtiya PKKê 11 kes hatin binçavkirin

Girtin
Girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Bidlîs, Sêrt û Stenbolê bi tometa endamtiya PKKê, 11 kes hatin binçavkirin.

Parêzgariya Bidlîsê da xuyakirin, bi hemahengiya Serdozgeriya Komarê, hêzên hewalgêrî û dijeterorê yên Tirkiye, bi armanca astengkirina çalakiyên PKKê dest bi operasyonê kirin.

Di encamê de li navçeyên Tetwan û Xîzan yên Bidlîsê û bajarên Sêrt û Stenbolê 11 kes hatin binçavkirin ku bi alîkariya PKKê tên tometbarkirin.

Parêzgariya Bidlîsê da zanîn, ji bo binçavkirina du kesên din jî operasyon didomin.