Tirkiyê serkirdeyê yekem ê çekdarên DAIŞê desteser kir
Li Stenbolê serkirdeyê yekem ê DAIŞê Ebû Hesen El Qureyşî hate girtin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyê ragihand, di operasyonekê de li Stenbolê, serkirdeyê yekem ê DAIŞê Ebû Hesen El Qureyşî hate girtin.
Li gor zanyariyên ku li medya Tirkiyê belav bûne, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê hefteya derbasbûyî li ser zanyariyên îstixbaratî operasyoneke berfireh li dijî DAIŞê birêve bir.
Hat ragihandin, piştî ku zanyariya hebûna Emîrê Nû yê DAIŞê Ebû Hesen El Qureyşî li Stenbolê gihişt hêzên ewlehiyê, bi rojan mala ku Qureyşî xwe tê de vedişart ket bin çavdêriyê û her liv û tevgereke li wê deverê hat şopandin.
Piştî çavdêrî û şopandina hûr ku bi rojan berdewam kir, bi fermana Rêveberê Giştî yê Emniyeta Stenbolê operasyona girtina Emîrê DAIŞê hefteya borî hat destpkirin û Emîrê Nû yê DAIŞê Ebu Hesen El Qureyşî hat girtin.