Fraksiyona PDKê dema encamdana civîna parlamentoyê eşkere dike

"Beşek ji aliyên siyasî hewl didin hilbijartin bo salek an du salan were paşxistin, PDK jî daxwaz dike ku hilbijartin di dema xwe de were encamdan."

Hewlêr (K24) – Neteweyên Yekbûyî û welatên rojava daxwaz dikin ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê di 1ê Cotmeha îsal de birêve biçe, hêzên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê li hev nekirine, endamekî Parlamentoya Kurdistanê eşkere dike, di civîna Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê de hevfêmkirineke baş li ser destpêkirina civîna parlamentoyê hebû, da ku bi vê rêyê komîsyon were çalakkirin.

Endamê Parlamentoya Kurdistanê yê li Fraksiyona PDKê Çiya Hemîd Şerîf ji K24ê re ragihand, di civîna Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û fraksiyonan de li ser xalan rêkeftin hat kirin, yek ji wan xalan; destpêkirina civînên parlamentoyê ji roja 2yê Hezîrana 2022yan ve.

Çiya Hemîd Şerîf eşkere kir, yek ji wan kêşeyên hatine ber encamdana hilbijartinan di dema xwe de, biserçûna dema Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê ye, ji bo vê yekê divê  komîsyona nû were çalakkirin, heta niha li ser vê yekê rêkeftin nehatiye kirin.

Şerîf destnîşan kir, aliyên siyasî daxwaz dikin ku sîstema yek bazneyî bo çar bazneyan biguhere, PDK di wê baweriyê de ye ku bazne her çawa bin, dê serkeftinê bi dest bixe.

Herwiha eşkere kir, beşek ji aliyên siyasî hewl didin hilbijartin bo salek an du salan were paşxistin, PDK jî daxwaz dike ku hilbijartin di dema xwe de were encamdan.