Li Efrînê teqîn: 3 kes birîndar bûn
Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê motorsîkleteke bombekirî teqiya û 3 kes bi sivikî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê motorsîkleteke bombekirî teqiya û 3 kes bi sivikî birîndar bûn.
Hat ragihandin, xwediyê motorsîkleta ku li nêzîkî rêbenda leşkerî hatibû rawestandin, hat desteserkirin.
Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqîna motorsîkleta bombekirî de 3 kes bi sivikî birîndar bûne.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, rewşa ewlehiyê bi yekcarî tê çûye û gelek caran li bajêr teqîn rû didin.