Serok Barzanî sersaxî li Rêbwar Yelda kir
Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê sersaxî li Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Rêbwar Yelda kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro şemiyê 28ê Gulana 2022yan bi peyamekê sersaxî li Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Rêbwar Yelda kir ji ber koça dawî ya xwişka wî Marlîn.
Serok Barzanî di peyama xwe de peyama xwe de pirse û sersaxiya xwe arasteyî Rêbwar Yelda û malbata wî kir û xwe bi hevbeşê xema wan zanî.
Her wiha Serok Barzanî daxwaz ji Xwedêyê mezin kir sebir û aramiyê bi wan bibexişe û giyanê xwedêjêrazî bi bihuştê şad bike.