Kemal Kiliçdaroglu: Em ê çarenivîsa Tirkiyê biguherînin
Diyarbekir (K24) – Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, got; em ê çarenivîsa Tirkiyê biguherînin. Kiliçdaroglu, li Wanê di Komxebata Şaredarên CHPê de axivî bang li welatiyan kir û got: “Heger hûn bixwazin Selahedîn Demîrtaş bê azadkirin piştgiriya me bikin, da ku kesên fikir û ramana xwe aşkere dike neyên girtin piştgiriya me bikin.”
Kiliçdaroglu wiha got: “Em ê ne tenê çarenivîsa Wanê; lê em ê çarenivîsa Tirkiyê biguherînin. Heger hûn bixwazin Selahedîn Demîrtaş bê azadkirin piştgiriya me bikin, heger hûn bixwazin Osman Kavala were azadkirin destekê bidin me. Da ku kesên fikir û ramana xwe aşkere dike neyên girtin piştgiriya me bikin.”
Kiliçdaroglu bal kişande ser wê yekê û got: “Ji bo şaredariya Wanê jî qeyûm hatiye tayînkirin. Welatî ji vê yeke gelek aciz in. Ez bang li welatiyên me dikim; em li dijî danîna qeyûman in. Em ê dawî li rêbaza danîna qeyûman bînin. Di heyama desthilatdariya me de yê bi hilbijatinê bê dê bi hilbijartinê jî biçe.”
Serokê Giştî yê CHPê dibêje: “Kesên ku ji vî welatî hez dikin û berjewendiyên vî welatî diparêzin divê bi hev re bin. Bêyî ku em ferq û cidahiyê têxin nava aliyên Rojhilat û Rojava, Bakur û Başûr de divê em her kesê hembêz bikin.”
Kiliçdaroglu got jî “Erdogan dibêje ti kes nebirsiye lê ew ji rastiyên Tirkiyeyê dûr ketine. Em dizanin çavkaniyên vî welatî diherikînin derveyê welat, lê em rê nedin ku ti kes vî welatî bişelîne.”