Biden balafireke nû bi kar tîne

Koşka Spî ragihand, balafira serokatiyê Air Force One a nû, ji bo Serokê Amerîkayê Joe Biden amade ye.

Air Force One
Air Force One

Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Spî ragihand, balafira serokatiyê Air Force One a nû, ji bo Serokê Amerîkayê Joe Biden amade ye û dest ji wê balafira niha berdidin, ku bûye 30 sal dixebite û xizmeta 5 serokan kiriye.

Balafira Air Force One ku tê wateya "Çekê Esmanî yê Yek", biryar e Serokê Amerîkayê di geştên xwe de bi kar bîne, ku ji wê du balafir hatine çêkirin û yek ji wan weke yedeg amade ye.

Medyaya Amerîkayê ragihandiye, balafira Boing 747 ku bi navê VC-25A tê nasîn û Serokê Amerîkayê vediguhest,  biryar e xanenişîn bibe, ku bi dirêjahiya 30 salan xebitiye û 5 serokên Amerîkayê ew balafir bi kar anîne.

Air Force One