Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata Ehmed Teyîb kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya mamoste Ehmed Teyîb peyameke sersaxiyê arasteyî birayên wî Ebdulezîz Teyîb û Mueyed Teyîb kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya mamoste Ehmed Teyîb peyameke sersaxiyê arasteyî birayên wî Ebdulezîz Teyîb û Mueyed Teyîb kir û hevxemiya xwe ji bo malbata wan ragihand.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Birêz Ebdulezîz Teyîb û Mueyed Teyîb

Ji ber koça dawî ya birayê we Xwedê rehma xwe lê ke, mamoste Ehmed Teyîb, behî û sersaxiyê li we û malbata we ya rêzdar dikim û ez hevparê xema we me.

Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û hedarê bide we.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê