Mesrûr Barzanî pîrozbahî li salvegera damezrandina YNKê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyamekê de bi boneya 47emîn salvegera damezrandinê, pîrozbahî li Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de bi boneya 47emîn salvegera damezrandinê, pîrozbahî li Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir.
Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hatiye diyarkirin: “Di vê salvegerê de em tekezî li ser girîngiya hevahengî û xebata aliyên Kurdistanî dikin ji bo dakokîkirina li destkeftên niştimanî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.”
Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi boneya 47emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ez pîrozbahî li serkirdetî û endam û alîgirên YNKê dikim û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê.
Ez hêvîdar im Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) weke beşdareke sereke ya li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ligel hêz û aliyên din ên Kurdistanê, piştevana bihêz a hikûmetê bin ji bo cîbicîkirina karnameya xwe, da ku bikare xizmeteke hêjayî xelkê Kurdistanê bike.
Di vê salvegerê de em tekezî li ser girîngiya hevahengî û xebata aliyên Kurdistanî dikin ji bo dakokîkirina li destkeftên niştimanî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê