PDK pîrozbahiya salvegera damezrandinê li YNKê dike

"Em pîrozbahiyên herî germ li we û endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dikin, em hêvîdar in di xebat û bername û çalakiyên xwe yên siberojê de hûn ji bo xizmeta gelê me berdewam û serkeftî bin."

Hewlêr (K24) – Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi boneya 47emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serokê YNKê Bafil Talebanî û endamên polîtburo û Encûmena Serkirdetî û Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendî ya YNKê kir.

Di peyama Polîtburoya PDKê de hat diyarkirin: “Bi boneya 47emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, em pîrozbahiyên herî germ li we û endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dikin, em hêvîdar in di xebat û bername û çalakiyên xwe yên siberojê de hûn ji bo xizmeta gelê me berdewam û serkeftî bin.”

Peyama pîrozbahiyê ya PDKê bo YNKê wiha ye:

Birêz Bafil Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê..

Birêz endamên polîtburo û Encûmena Serkirdetî û Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê..

Bi boneya 47emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, em pîrozbahiyên herî germ li we û endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dikin, em hêvîdar in di xebat û bername û çalakiyên xwe yên siberojê de hûn ji bo xizmeta gelê me berdewam û serkeftî bin.

Di vê derfetê de tevî bilindnirxandina vê salvegerê û têkoşîna Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di tevgera rizgarîxwaz a gelê me de, em cardin tekezî li ser hevahengî û tebayî û dostaniya navbera xwe, tevî hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê ji bo zêdetir hevdengî û yekrêzî û dakokîkirina li ezmûn û destkefên me û bihêzkirina giyanê yekgotarî û yekhelwestiya siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêk û kêşeyan û piştevaniya hikûmet û parastina statuya Herêma Kurdistanê dikin.

Em dubare we pîroz dikin.. Her serkeftî bin..

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê

1ê Hezîrana 2022yan