Şandeke Parlamentoya Iraqê serdana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê dike
Şandeke Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê di demeke nêz de dê serdana deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê yên ligel Tirkiyê bike.
Hewlêr (K24) – Şandeke Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê di demeke nêz de dê serdana deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê yên ligel Tirkiyê bike.
Biryarderê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Segvan Sindî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Di demeke nêz de şandeke pênc kesî ji endamên Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê, ji bo lêkolîna şer û pevçûnên navbera çekdarên PKK û Artêşa Tirkiyê, ku bûye sedema ziyangihandina şêniyên gundên Herêma Kurdistanê, dê serdana deverên sînorî bike.”
Segvan Sindî eşkere kir: “Piştî serdana xwe, lijne raportek li ser bûyeran pêşkêşî Parlamentoya Iraqê bike.”
Ji ber hebûna binke û baregehên çekdarên PKK û êrîşên Tirkiyê, nişteciyên zêdetirî 200 gundên sînorê parêzgeha Duhokê, gund û bax û zeviyên xwe yên çandiniyê bi cih hiştine, ev ji bilî ku şer û pevçûna navbera wan bûye sedema jinavçûna bi hezaran donim daristan û zeviyên çandiniyê.