Li 11 bajaran operasyona HDKê: 42 kes hatin desteserkirin

Biryara desteserkirinê ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Tekîrdagê ve hat dayîn.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li 11 bajarên Bakur û Tirkiyeyê derbarê 42 HDPyî û HDKyiyan de biryara desteserkirinê hat dayîn.

Biryara desteserkirinê ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Tekîrdagê ve hat dayîn.

Gelek endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û HDPê hatine desteserkirin.

Operasyon li bajarên Tekîrdag, Edîrne, Îzmîr, Stenbol, Kirklarelî, Mugla, Manîsa, Bursa, Bîngol, Mêrdîn û Çanakkale birêve çûn.

Polîsan li avahiyên HDPê û HDKê lêgerîn kirin.

Hat ragihandin ku operasyon bi hinceta têkiliyên van partî û rêxistinan yên bi PKKê re hatiye kirin.