Serok Barzanî: 23 sal beriya niha destpêka bidawîhatina desthilata sitemkariyê bû
Serok Mesûd Barzanî di salvegera şehîdkirina Mihemed Mihemed Sadiq Sedir û du kurên wî de, twîtek belav kir.
Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî di salvegera şehîdkirina Mihemed Mihemed Sadiq Sedir û du kurên wî de, twîtek belav kir û ragihand, 23 sal beriya niha destpêka bidawîhatina desthilata sitemkariyê bû.
Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û diyar kir: “Şehîdbûna Ayetullah Mihemed Mihemed Sadiq Sedir û du kurên wî 23 sal berê, navnîşana serîhildana li ber zilmê bû û destpêka bidawîhatina desthilata zilm û sitemkariyê bû.”
Serok Barzanî herwiha di twîta xwe de dibêje: “Di salvegera şehîdbûna wan de silav li ruhên wan ên pak.”
استشهاد آية الله العظمى محمد محمد صادق الصدر ونجليه قبل ثلاثة وعشرين عاماً كان عنواناً لتحدي الظلم، وبداية النهاية لحكم الطغيان والاستبداد.
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) June 3, 2022
تحية لأرواحهم الطاهرة في الذكرى السنوية لاستشهادهم.