2 zêringerên ku li Diyarbekirê bi zêrên emanet reviyabûn hatin girtin

Du endamên malbata zêringer ku bi bihayê nêzîkî 21 mîlyon lîre zêr û pereyên êmanet ên welatiyan ve reviyan bûn li Enqereyê hatin girtin.

Kesên ku zêrên wan ên  weke emanet li cem wan bûn, zêrên xwe dixwazin
Kesên ku zêrên wan ên weke emanet li cem wan bûn, zêrên xwe dixwazin

Diyarbekir (K24) - Du endamên malbata zêringer ku bi bihayê nêzîkî 21 mîlyon lîre zêr û pereyên êmanet ên welatiyan ve reviyan bûn li Enqereyê hatin girtin.

Li Diyarbekirê di rojên borî de, malbateke zêringer ku xwediyên 3 dikanên zêrengeriyê bûn, bi bihayê 20 milyon û 800 hezar lîre zêr û pereyên êmanet ên 138 welatiyan ve revî bûn.

Li gorî agahiyan, ji 6 kesên ku dikanên zêrengeriyê birêve dibirin 2 kesên ku sernavên wan E.G û O.G ne li Enqereyê di 2yê Hezîranê hatin girtin.

Ji bo temamkirina lêpirsînê, dê polîs tawanbaran bînin Diyarbekirê. Ji bo girtina 4 tawanbarên din jî lêpirsîn berdewam dike