Kurdistan24ê ji GGCÊ xelata baştirîn nûçeya 2021an wergirt
Diyarbekir (K24) – Nivîsîngeha Kurdistan24ê ya Diyarbekirê ji Cemiyeta Rojnamegerên Başûrojhilat (GGC) du xelat wergirtin.
Li Diyarbekirê, merasîma belavkirina xelatên rojnamegerên serkeftî yên salê ya 36emîn a Cemiyeta Rojnamegerên Başûrojhilat (GGC) birêve çû. Ji Bakur û Tirkiyeyê gelek rojnameger, siyasetmedar û rewşenbîr beşdarî m bûn.
Di merasîmê de nûner û peyamnêrê Kurdistan24ê Hesen Kako û wênegir M. Enes Ozgultekîn, di beşa nûçeyên kurdî de bi nûçeya bi navê “Gola Bendava Tirspî ya Diyarbekirê Ziwa Dibe” xelata baştirîn nûçeya 2021an wergirtin.
Her dîsa edîtorê medyaya civakî yê beşa tirkî ya Kurdistan24ê Hozan Adar jî di beşa xebata dronê ya bi navê “Li Mêrdînê dema rezan” xelata mansiyonê wergirt.
Nûner û peyamnêrê Kurdistan24ê Hesen Kako got; amadekirina nûçeyan karê tîmekê ye û ew keyfxweş in ku ji aliyê juriyê ev xelat dane wan. Hesen Kako amaje kir ku; bi wê nûçeyê wan xwest ku bandorên hişkesaliyê raxin ber çavan û welatî di mijara parastina av û jîngehê de baldar bin.
Wênegir M. Enes Ozgultekîn jî got; ew keyfxweş e ku ev xelat wergirtine, dema ku bûyer tên tomarkirin û dibin belge, an belgefilm wê demê mirov baştir dizane ka ew bûyer di jiyana mirov de çiqas girîng e.
Edîtorê Medyaya Civakî yê beşa tirkî ya Kurdistan24ê Hozan Adar jî got; êdî di amadekirina nûçeyan de dîmenên dronan jî wekî yên kamerayan girîng in û bi dronan qada bûyerê bi giştî tê nîşandan.
GGC, her sal di beşên nûçeyên nivîskî, nûçeyên televîzyonê, wêne, nûçeyên kurdî û radyoyê de xelatan belav dike.
Nivîsîngeha Kurdistan24ê ya Diyarbekir beriya niha jî 3 caran ji GGCê xelat wergirtibû.
GGCê, Xelata Azadiya Rojnamegeriyê ya GGCê ji ber xebatên ji bo parastina azadiya rojnamegeriyê da Konseyê Rojnamegeriyê.
Serokê Şandeya Kolanê ya Kelha Zêrzevanê Doç. Dr. Aytaç Coşkun, ji ber xebatên li ser Kelha Zêrzevanê ya ku xwedî dîrokeke 3 hezar sal e bi Xelata Taybet ya Jûriyê hat xelatkirin.
Xebatkarê rojnamegeriyê Yilmaz Taranci ku di pandemiyê de ji koronavîrûsê jiyana xwe ji dest dabû bi Xelata Wefayê hat xelatkirin. Malbata Yilmaz Taranci xelata wî wergirt.