Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê 4 kes revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên Çekdarên ên ser bi artêşa Tirkiyê ve 4 kes ji 2 gundên Efrînê revandin û li hember azadkirina wan daxwaza fidyeyê dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa Silêman Şah (Emşat) duhî 4ê Hezîranê welatiyê bi navê Xelîl Şêxo ji bajarokê Şiyê revand û li hember azadkirina wî daxwaza 15 hezar Dolar dikin.

Wê rêxistinê diyar kir jî, çekdarên grûpa El-Hemzat roja 31ê Gulanê 3 xort (Husên Hac Henan, Omer Tatûz û Ferîd Ebdulqadir) ji gundê Keferdela Jêrîn revandin û li hember berdana wan jî daxwaza fidyeyê dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan amaje bi wê yekê dike, piraniya kesên ku tên revandin, bi tometa ku berê pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser yan YPGê re hebûn, tên tomatbarkirin.