Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan serdana Wanê dike

Diyarbekir (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dê roja 11ê Hezîranê serdana Wanê bike.

Li gorî ragihandina rayedarên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî), Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dê roja 11ê Hezîranê serdana parêzgeha Wanê bike, lê hîn bernameya Erdogan ya Wanê nehatiye ragihandin. Erdogan di komcivîna partiya xwe ya di 1ê Hezîranê de rexne li serdana CHPê ya Wanê girtibû û bi awayekî berfireh behsa xizmetguzariyên ku di heyama AK Partiyê de li Wanê hatine kirin kir.

Di 28ê Hezîranê de Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li gel 249 şaredaran serdana Wanê kiribûn û li hemû navçeyên bajêr geriyabûn û xebatên hilbijartinê bi rêvebiribûn.

Li gorî encamên hilbijartinên parlementoyê yên 2018an li Wanê, HDPê 5, AK Partiyê jî 3 kursî li parlementoyê bidest xistibûn. CHPê li Wanê parlementer nîne.

Di serî de HDP, AK Partî û CHP; hemû partî dixwazin ku rêjeya dengên xwe li Wanê zêde bibin.