Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kevirê binyatê yê 3 projeyan li Duhokê tê danîn

Li Duhokê kevirê binyatê ya 3 projeyan tê danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê li bajarê Dihokê merasima danîna kevirê binyatê ji bo sê projeyan dest pê dike.

Ew her sê proje, projeya aş, projeya xaniyên şûşeyî ya ji bo çandina meywe û sebzeyan û pirojeya xwedîkirina çêlek û pîşesaziya xwarekê li Duhokê ne.

Ev yek tê di çarçoveya bernameya karê xizmetguzariyê ya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tê ku tekeziyê li ser wê dike ku baştirkirina jiyana welatiyan û pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji karê pêşîne ya hikûmetê ye.