Li Efrînê teqînekê rû da
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Efrînê, di encama teqîna bombeyekê bi otomobîlekê de, kesek birîndar bû.
Tîma Berevaniya Medenî ya Sûrî belav kir, îro li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê bombeyek bi otomobîlekê de teqiya û di encamê de kesek birîndar bû.
Roja 28ê meha borî jî li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê motorsîkleteke bombekirî teqiyabû û di encamê de 3 kes birîndar bûbûn.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye û gelek caran li bajêr teqîn rû didin û welatiyên sivîl dibin qurbanî.