Wezareta Rewşenbîrî: Dramayeke Tirkî bi henaseyeke dijmankarane behsa Kurd û Herêma Kurdistanê dike
Wezareta Rewşenbîriyê bi daxuyaniyekê li nerazîbûn li hember rêzefîlma ATV ya Tirkiyê nîşan da
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Rewşenbîrî û Lawan derbarê dramaya Tirkiyê ya ku tê de behsa Herêma Kurdistanê hatibû kirin de, daxuyaniyeke nerazûbûnê belav kir û ragihand, ew drama û hevşêweyên wê, ji bo razîkirina çîneke fikirteng e.
Di daxuyaniyê de hat: “Kenala (ATV) ya Tirkî zincîreyeke dramayê (Gurê Bitenê) diweşîne. (Gurê Bitenê) behsa dîroka Tirkiyê û şerê di navbera Tirkiye û PKKê dike, her wiha behsa guhartinên navçeyê û rola Amerîka dike. Di çendîn beşên wê de bi henaseyeke dijmankarane behsa Kurd û Herêma Kurdistanê dike û hemû kartan têkel dike heta digehe asta têkelkirina ligel DAIŞ a terorîst jî. Wek nimûne, di beşa (19) de ku roja 3/6/2022an hatiye weşandin, di dîmenekê de ku behsa dadgehîkirina Tirkiyekî li dadgeheke Herêma Kurdistanê dike û di dadgehê de ala Kurdistanê û wêneya Serok Barzanî hatine danîn, sivakatiyê bi xebat û hêmayên gelê Kurd dike û Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek nerewa nîşan dide û dibêje ciyografiyek bi navê Kurdistanê nîne û Mûsil û Kerkûk jî du bajarên Tirkmenan in û mezintirîn kolana Hewlêrê jî navê wê (Muzeferedîn Gokboru) ye wek amajeyek ku Hewlêr jî bajarekî Tirkmenan e.
Wezareta Rewşenbîrî dibêje: “Herêma Kurdistanê statuyeke destûrî ya Iraqê ye. Axa pêkvejiyana olî û netewî ye. Konsolxaneya Giştî ya Tirkiyê li Herêma Kurdistanê heye, bi sedan hemwelatî û şîrketên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê kar dikin û berjewendiya hevbeş û cîranan kom dike li gel welatiyên Kurdistanê û bi Kurd û Tirkmen, Suryan û Ereb û bi hemû ol û pêkhateyan ve kom dike.
Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: “Ligel me ku ew rêzefîlme sivikatiyê bi hemû wan rastiyan dike û ziyanê digehînê û dûre ji nirxên hunerî ku di bingeh de jî huner peyama aştî û pêkvejiyanê ye. Qebûlkirina cudayiyan e, ne ku rêgezperestî û şovenîstî û tinekirina aliyê hember e.”
di beşeke din a daxuyaniyê de hat got: “Baweriya me ya bi temamî heye ku pêwîst e em hemû rêzê li cudayiyan bigrin û wek du cîran bi biratî pêkve bijîn. Her wiha hêvîdar in Hikûmeta Tirkiyê jî rê li wê helmeta berûvajîkirinê bigIre ku ji aliyê hin xelkên xwedî kîn û nijadperest ve tê kirin û hewl didin pêwendiyên di navbera gelan de aloz bikin.”
Wezareta Rewşenbîrî dibêje: “Em dizanin ew rêzefîlm û rêzefîlmên din ên wekî wê ku berê jî berhem hatibûn û ji bo razîkirina çîneke fikirteng e û derveyî ziyan gihandina nirxên cîrantiya baş û berjewendiyên hevbeş û bingehên mirovî û navnetewî yên pêwendiyên di navbera gelan de ti tiştekî din nikarin bi berhem bînin.
Wezareta Rewşenbîrî diyar dike: “Em nerazîbûna xwe digehînin saziya ku ew rêzefîlm berhem aniye û ATV û temamê karmendên wê fîlmê, ji ber sivikatî û belavkirina towê şovenîzmê û kêmdîtina aliyê hemberê xwe şermezar dikin.”