UNAMI êrîşa şeva borî ya li ser Hewlêrê şermezar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) êrîşa şeva borî ya ser Hewlêrê şermezar kir û ragihand, pêwîstiya Îraqê bi hêzên çekdar nîne ku xwe wek desthilatdar destnîşan bikin.
Şandeya Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) li hejmara xwe tora civakî “Twitter” peyamek derbarê êrîşa duhî ya li ser riya Hewlêr – Pîrmamê de belav kir ku di encamê de 3 welatî birîndar bûbûn û hin ziyanên madî derketibûn.
UNAMI di peyama xwe de ragihand: “Weke me berê jî got, pêwîstiya Iraqê bi hêzên çekdar nîne ku xwe weke desthilat destnîşan dikin. Girîng e desthilatdariya dewletê bê çespandin.”
UNAMI got jî: “Eger encamder tên naskirin, divê bên eşkerekirin û hesab ji wan bê pirsîn.”
Şeva borî terorîstan bi droneke bombekirî li ser rêya sereke ya Hewlêr – Pîrmam êrîşek pêk anî û di encamê de 3 kes bi sivikî birîndar bûn û hejmarek otomobîlên welatiyan zirar dîtin.