Mesrûr Barzanî û şandeke Parlamentoya Almanyayê tekeziyê li ser xurtkirina pêwendiyan dikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Parlamentoya Almanyayê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Hezîranê pêşwazî li şandeke Parlamentoya Almanyayê kir ku ji her du parlamenter Max Lucks û Kassem Taher Saleh pêk hatibû.
Di hevdîtinê de, şanda parlamenî ya Almanyayê êrîşa terorî ya şeva borî li ser bajarê Hewlêrê bi tundî şermezar kir, amaje bi girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê kirin û tekezî li piştevaniya Almanya li aramiya Herêma Kurdistanê kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bilî spasîkirina Almanya ji bo hevkariyên wê bo Herêma Kurdistanê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Almanyayê di hemû waran de nîşan da.
Çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê hemecurkirina aborî, pêşvebirina veberhênana Almanî û girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federalî li ser binemaya destûrê, mijarên din ên guftûgoyan bûn.