Navenda Perwerdehiya Gel a Sûrê berhemên xwe dan pêşandan
Diyarbekir (K24) – Navenda Perwerdehiya Gel a Sûra Diyarbekirê bi pêşangehekê xebatên xwe yan nava salekê de hatine kirin pêşkêş kirin. Di pêşangehê de ji karê destan heta muzîk û pandomîmê berhemên hunerî û çandî hatin pêşandan ku li gel 5 hezar û xwendekaran 600 projeyên fêrgehî hatine li dar xistin.
Navenda Perwerdehiya Gel a Sûra Diyarbekirê di hewşa Qesra Îskender Paşa de berhemên xwe bi çalakiyeke rengîn da nasîn. Berhemên ku wek pêşangehekê hatîn pêşandan hewşa Qesra Îskender Paşa xemilandin û keda salekê pêşkêşî xelkê hat kirin. Di pêşangehê de ji gelek beşên çandî û hunerî ku ji muzîkê heta pandomîmê, ji karên destan heta wênesaziyê berhemên cawaz bala beşdaran kêşandin. Gerînendeyê Navenda Perwerdehiyê Ya Sûrê Veysî Saglikyuz amaje kir ku ew keyfxweş in ku karine berhemên xwe pêşkêşî xelkê bikin.
Veysî Saglikyuz ji K24ê re got “Me ji gelek beşên jiyanê perwerdehî da û niha jî me derfet dît ku em berhem û xebatê xwe nîşanî xelkê xwe bidin. Berê me xebat dikir lê nedihat dîtin, bi vê derfetê em dikarin bêjin me ev xebat kirine.”
Piraniya xwendekarên ku di fêrgehên Navenda Perwerdehiya Gel a Sûra Diyarbekirê perwerdehiya beşên cuda dibînin jin in û bi berhemên ku amade dikin dikarin piştgiriyê bo debara mala xwe jî bidin. Xwendekar dibêjin hêstek xweş e ku miroav bikare di warê çandî û hunerî de hilberînê bike.
Di Navenda Perwerdehiya Gel a Sûra Diyarbekirê de 5 hezar û 520 xwendekar perwerdehiyê dibînin û di nava salekê de di beşên çandî û hunerî de 600 qurs hatine dayîn. Rêveberên Navenda Perwerdehiya Gel a Sûrê didin zanîn ku ji 7 salî heta 70 salî herkes dikare serî li navendê bide.