Karvedana civaka navdewletî li hember êrîşa li ser Hewlêrê

Dîplomatkar û şandeyên welatan helwestên xwe li hember wê êrîşê ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva borî bi dronekê êrîş li ser riya sereke ya Hewlêr – Pîrmamê hate kirin û di encamê de 3 welatî birîndar bûn. Piştre beşek ji dîplomatkar û şandeyên welatan helwestên xwe li hember wê êrîşê ragihandin.

Konsulê Brîtanyayê li Hewlêrê David Hunt ew êrîş şermezar kir û got: “Ev çalakiyek din a tundûtûjiyê ya bêwate bû. Şanişîna Yekgirtû a Brîtanyayê li kêleka Herêma Kurdistanê li dijî vê êrîşê radiweste.”

Şandeya Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) li hejmara xwe tora civakî “Twitter” êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir nivîsî: “Weke me berê jî got, pêwîstiya Iraqê bi hêzên çekdar nîne ku xwe weke desthilat destnîşan dikin. Girîng e desthilatdariya dewletê bê çespandin. Eger encamder tên naskirin, divê bên eşkerekirin û hesab ji wan bê pirsîn.”

 

 

Ji aliyê xwe ve, Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Mark brayson-Richardson di twittekê de ragihand, “Ez êrîşa şeva borî ya Hewlêrê şermezar dikim, ev êrîşeke din a nayê qebûlkirin e ku xuya ye sivîlan dike armanc. Divê li Iraqê cîhê kesên ku tevlihevî û tundûtûjiyê dikin tune be.”

 

 

Balyozxaneya Fransa li Iraqê li Twittera xwe nivîsî: “Fransa êrîşa şeva borî ya bêfirokevan li Hewlêrê şermezar dike. Ji birîndaran re hevgirtina xwe piştrast dike. Bang li rayedarên Iraqî, Kurdistanî û federalî dike ku ji nêz ve ji bo rawestandina van êrîşan hevkariyê bikin. Mafê xelkê Iraqê heye ku di nav aramî û ewlehiyê de bijîn.

 

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, “Êrîşa şeva buhurî ya li ser cadeyeke qelebalix a Hewlêrê ku di encamê de sivîl birîndar bûn û gelek kesên din ketine metirsiyê, mînakeke din a bêhurmetiya aliyên xerab li hember gelê Iraqê û serweriya welat e.